Çand û huner

Dawiya hefteyê gelek kes çûn dîtina Gola Masiyan ya li Şanliurfayê

Müslüm Etgü  | 20.12.2025 - Rojanekırın : 20.12.2025
Dawiya hefteyê gelek kes çûn dîtina Gola Masiyan ya li Şanliurfayê

Şanlıurfa

 Li Şanliurfaya ku yek ji navendên girîng yên turîzmê ye kesên di betlaneya dawiya hefteyê da ji hewaya tavî sûd wergirtin, li kompleksa dîrokî ya Gola Masiyan qerebalixiyeke mezin çêkirin.

Li Şanliurfaya ku termometreyan germahiya hewayê 15 pile nîşan dida, kesên ku ji betlaneya dawiya hefteyê sûd werdigirin, serdana cihê dîrokî dikin ku wekî "mezintirîn akvaryûma xwezayî ya cîhanê" tê zanîn û di turîzma dînî da cihekî girîng digire.

Welatiyên tên herêmê wêneyên bîranînê dikişînin. Şikefta ku li gor baweriya gelê herêmê Hezretî Îbrahîm lê ji dayik bûye û mezin bûye, ziyaret dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın