Danasîna li derveyî welêt ya Girê Mirazan hatina turîstan zêde dike
Şanlıurfa
96 berhemên bijarte yên li Girê Mirazan wê di kordînasyona Wezareta Çand û Turîzmê da li Almanya, Îngiltere û Japonyayê werin pêşandin û vê yekê turîzmkarê Şanliurfayî şa kir.
Li Girê Mirazan ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye, li dinyayê di nava navendên herî girîng ên serdema Neolîtîk da tê qebûlkirin. Eleqeya ku ji derveyî welêt nîşanî Girê Mirazan didin, her sal zêde dibe.
Salê dora milyonek turîstên xwemalî û biyanî wêraneya dîrokî ziyaret dikin.
Wezareta Çand û Turîzmê bi danasînên navneteweyî va hewl dide ku ji çar aliyê welatên dinyayê turîst werin ziyareta Girê Mirazan.
Par li Romaya Îtalyayê, li Kolezyuma di nava avahiyên îkonîk da pêşangeha "Girê Mirazan: Nepeniya Cihekî Pîroz" hav vekirin û ji 6 milyonî zêdetir ziyaretvanan pêşangeh ziyaret kir.
Di meha sibatê da jî 96 berhemên bijarte yên Girê Mirazan wê bi pêşangeha "Keşfa Civakê: 12.000 Sal Berê li Girê Mirazan û Girên Keviran Jiyan"ê wê li Berlîna paytextê Almanyayê vebe.
Endamê Lijneya Kontrolê ya Yekîtiya Odeyên Rêberên Turîstan a Tirkiyeyê Muslum Çoban got ku ew ji eleqeya ser Girê Mirazan razî û kêfxweş in.
Serokê Komîteya Turîzmê ya Şanliurfayê Mehmet Kamil Turkmen jî diyar kir ku her sal milyonek kes xirabeyên dîrokî ziyaret dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
