Waliyê Bilîsê Veysel Yûrdakûl diyar kir ku di "Rojên Danasîna Bîlîsê" de li navçeya Eyupê ya Stenbolê xweşikiyên Bîtlîsê dane nasandin.
Yûrdakûl got ku li Feshaneyê xweşikiyên Bidlîsê bi her awayî dan nasandin û gelek kes beşdarî rojên danasînê bûn.
Yûrdakûl da zanîn ku dawiya hefteyê serdan zêdetir bûn û wiha dewam kir: "Ya rast divê rojên danasîna Bilîsê berê bihatana kirin. Lê niha bû nesîb. Li Stenbolê serjimara Bidlisiyan gelek kêm e lê Bilîs li Stenbolê bi taybetmendiyê xwe tê zanîn û xwediyê ciheke taybet e. Ev fûar ji bo danasînê firsendek bû. Me li vir di heman demê de tehmên xwe yên herêmî yên cuda û lîstikên xwe jî dan nasîn. Li gor me fûareke rengîn, xweş û serkeftî bû."