Çand û huner

Bi droneyê dîmenê Keleha Heskîfê ya dîrokî û Newala Şeabê hat kişandin

Şahin Seçen  | 31.01.2026 - Rojanekırın : 01.02.2026
Bi droneyê dîmenê Keleha Heskîfê ya dîrokî û Newala Şeabê hat kişandin

Batman

 Li Heskîfa navçeya Batmanê bi droneyê dîmenê Newala Şeabê, şikeft û berhemên di nava keleha dîrokî da hat kişandin.

Li gorî daxuyaniya Qaymeqamtiyê Newala Şeabê, şikeft û berhemên li herêma keleha dîrokî, bi mîrata xwe ya hezar salane, bi saya çirayên şevînî di tarîtiyê da gihîştin dîmenekî ronî.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi saya çirayên şevînî, rengê kevnar ê Heskîfê piştî roj diçe ava jî zindî dimîne û navçe ji bo mêvanên xwecihî û biyanî ezmûneke dîrokî ya bêhempa pêşkêş dike.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku avahiyên dîrokî û silûeta xwezayî bi dîmenê şevê bi awayekî pratîkî ji nû ve hatine vejandin. Her wiha tekezî hat kirin ku xebatên ronîkirinê potansiyela geştiyariyê ya Heskîfê zêde kirine û careke din nîşan dane ku navçe "heta bi şev jî dîrokeke zindî ye".

Dîmenên ku Qaymeqamtiyê parve kirin yên ku bi şev bi droneyê hatine kişandin, avahiyên dîrokî yên li Keleha Heskîfê, Newala Şeabê û şikeftan nîşan didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın