Çand û huner

Berhemên ku di vedanên li Heranê da derketin, hatin pêşandin

Rauf Maltaş  | 02.09.2025 - Rojanekırın : 04.09.2025
Berhemên ku di vedanên li Heranê da derketin, hatin pêşandin Rauf Maltaş

Şanlıurfa

Berhemên ku ji xirabeyên li navçeya Heranê derketin, bi destê Wezareta Çand û Turîzmê di pêşangeha "Vedanên Herran û Sogmatarê" da hatin pêşandin.

Xirabeyên navçeyê di Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire.

Midûriya Giştî ya Heyberên Çandî û Muzeyan di çarçoveya projeya "Di Sala 102yemîn da 102 Pêşangeh" da pêşangeh organîze kir û berhem li Midûriya Muzeyê ya Şanliurfayê hatin pêşandin.

Di pêşangehê da 95 berhemên bijarte hene ku dîroka wan a sedan salan heye.

Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak di vekirina pêşangehê da axivî û diyar kir ku bajêr ji aliyê heyberên çandî va xwediyê hebaneke girîng e.

Şildak diyar kir, di pêşangehê da berhemên ku qet nehatine dîtin, hene û wiha axivî:

"Hem di vedanên li Heranê hem yên li Sogmatarê da berhemên pir girîng hatin derxistin. Di çarçoveya Projeya Girên Zinar da li Karahantepeyê jî berhem hatin derxistin û ew jî li Enqereyê tên pêşandin."

Piştî vekirina pêşangehê Şildak, Rektorê Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Îbrahîm Gulluoglu û Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajarê Şanliurfayê Aydin Aslan li pêşangehê geriyan û ji Serokê Vedanên Xirabeya Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal agahî hildan.

Pêşangeh wê heta 1ê Cotmehê vekirî be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.