Başûrê Rojhilat bi marqeya "Mezopotamya"yê dixwaze di qada turîzmê da derbikeve pêş
Bajarên li herêma Başûrê Rojhilatê ku xwedî marqeya Mezopoyamyayê ne ji bo di qada turîzmê da zêdetir derbikevin pêş û mazûvanan bihewînin amadehiyan dikin

Şanlıurfa
9 bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku bi dîrok, çand, xwarinên xwe yên curbecur û sirûştên xwe yên ji alî UNESCOyê va hatine pesendkirin va dixwazin bi marqeya Mezopotamyayê di qada turîzmê da zêdetir balê bikişînin ser xwe û mazûvanan bihewînin.
Bi hevkariya Serokatiya Îdareya Pêşxistina Herêma GAPê, ajansên Dîcle, Îpekyolu û Karacadagê va di çarçoveya nasandina mîrateyên çanda dîrokî yên bajarên Adiyeman, Batman, Diyarbekir, Gazîentab, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Şirnexê herêm bi marqeya "Mezopotamya"yê va dibe xwedî nasnameyeke global.
Li Tirkiyeyê cara ewil e ku herêmek wek marqe bi navê "Mezopotamya" yê derdikeve pêş û bi vê sayê jî wê ger û geşta li herêmê hêsantir bibe.
Ji ger û geştê bigir heta cihên mayîn, razan, xwarin û vexwarinê gelek xizmet di bin banê vê marqeyê da ji bo geştyarên tên herêmê wê bi zimanê Tirkî û Îngilîzî bê dayîn.
Bajarên li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku ji hêla dîrok, çand, xwarinên xwe yên curbecur û sirûştên xwe va gelek dewlemend in û her diçe di qada turîzmê da zêdetir derdikevin pêş dixwazin di vê qadê da para xwe zêdetir bikin.
Bi gereke ji 3 roj heta 9 rojan dewam dike va geştyar wê Girê Mirazan, Çiyayê Nemrûdê, Kelha Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê, tehmên li Gazîentabê, dêrên li Mêrdînê, sirûşta Xelfetiyê, Heskîf, Geliyê Botanê, Çiyayê Cudiyê ku di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê da ne wê bibînin.
- "Bala li ser herêmê wê zêdetir bibe"
Serokê Lijneya Kontrola Yekîtiya Rêberên Turîstan a Tirkiyeyê û Serokê Odeya Rêberên Turîstên Herêmî yê Şanliurfayê Muslum Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew cî û warên dîrokî û sirûştî yên li herêmê bala turîstan dikişînin.
Çoban diyar kir ku wê marqeya Mezopotamyayê bi kêrî turîzma herêmê bê û wiha domand: "Êdî têr nake ku ji mirovan ra yek bi yek qala cihekî bikin lewra zêdetir tê xwestin. Lewra hemû dinya herêmê wek Mezopotamya dizane."
- "Mezopotamya marqeyeke dinyayê ye"
Mehmet Kamîl Turkmenê endamê Platforma Turîzmê ya Mezopotamyayê jî got berê herêm bi turê GAPê dihat zanîn û bi taybetî turîstên biyanî baş ev nava fehm nedikirin.
Turkmen diyar kir ku "Mezopotamya" dîrok û çanda berê baş îfade dike û wiha pê da çû:
"Mezopotamya marqeyeke dinyayê ye. Ji bo herêmê di çanda Îslamê da dibêjin El Cezîre, di çanga Grekê da jî dibêjin Mezopotamya. Bi taybetî navê Mezopotamyayê li dinyayê tê zanîn. Turîstên li dervayê welêt dema dibêjin Mezopotamya herêmê fehm dikin. Avakirina destînasyonên hevdu xweyî dikin gelekî girîng e. Heke turîstên ji dervayê welêt bixwazin li tevahiyê herêmê bigerin dikarin di nav 9 rojan da bigerin. Dema ku wextê wan kêm be jî li bajarên lokomotîf digerin û tevlî turên 4 rojan dibin. Çavên me li rêya ziyaretvanan e. Bira werin Mezopotamyayê em bi hev ra li dîrokê bigerin."
Soner Bacaksizê Endamê Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) jî diyar kir ku marqeya teze ji bo turîzma herêmê bû hêvî.
Mehmet Akyilê Serokê Lijneya Rêveberiyê Herêma Diyarbekirê ya TURSABê jî got marqeya Mezopotamyayê ew ê navê herêmê li dinyayê zêde belav bike.
Akyil destnîşan kir ku turên GAPê bi Gazîentab, Şanliurfa û Mêrdînê hatine sînordarkirin, marqeya teze 9 bajaran îfade dike û gelekî berfireh e.
Akyil got li herêmê dibê hemû hevkarên turîzmê piştgiriyê bidin marqeyê û wiha pê da çû: "Ji hêla turîzmê va dema dibêjin Mezopotamya ji Şirnexê hetanî Gazîentabê hemû herêmê were bîrê. Ji hêla otêlan va Diyarbekirê bajarê herî xwedî kapasîte ye. Turîstên li bajarên der û dorê bigerin ew ê li otêlên Diyarbekirê bimînin. Bi vê marqeyê va potansiyela turîzmê ya Diyarbekirê û bajarên herêmê zêde bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.