Bajaroka Antîk a Şuaybê bi sûr û dehlîzên xwe va balê dikişîne

Şanlıurfa
Li Şanliurfayê bajaroka antîk a navê xwe Hezretî Şuayb hildide bi mîmariya xwe va balê dikişîne.
Bajaroka antîk a 80 kîlomêtro li dûrî navenda bajêr li Ozkenta taxa Heranê cî digre.
Li Şanliurfaya wekî "Bajarê Pêxemberan" tê zanîn li gor hin çavkaniyan Hezretî Şuayb û Hezretî Mûsa li Bajaroka Antîk a Şuaybê hatine ba hev. Li bajarokê gelek merzelên nav keviran hene, avahiyên bi keviran hatine çêkirin jî li ser merzelan cî digrin. Dora bajaroka antîk jî sûrkirî ye û li hin ciyan hê xîmê sûrê tê dîtin.
Di nav gel da tê bawerkirin ku Hezretî Şuayb li vê derê jiya ye û şikeftek jî wekî meqamê Şuaybê Pêxember tê ziyaretkirin. Zarokên li herêmê pêşwaziya turîstan dikin û ji ziyaretvanan ra qala dîroka bajarokê û Hezretî Şuayb dikin.
Muslum Çobanê Serokê Odeya Rêberên Turîstan a Herêmî ya Şanliurfayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê avahiyên gelekî balkêş hene û wiha pê da çû:
"Li bajarê me gelek ciyên balê dikişînin hene, ji wan yek jî Bajaroka Antîk a Şuayb e. Li vê derê gelek peyker û neqş hene. Dîsa gelek şikeft jî hene. Li vê derê bîra Hezretî Mûsa heye. Hin turîst bi tenê ji bo bajarokên antîk tên vê derê. Li Şanliurfayê gelek merzelên nav zinaran hene."
Mehmet Kamîl Turkmenê Serokê Komîteya Turîzmê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şanliurfayê jî diyar kir ku bajar ji gelek bajarokên dîrokî û qadên arkeolojîk ra malxweyîtiyê dike.
Turkmen got bi taybetî li Heranê gelek saziyên dîrokî hene û wiha axivî: "Ev dera piştî Heranê û Qerexantepeyê destînasyoneke girîng e. Dibê Bajaroka Antîk a Şuaybê jî tevlî qada vekolanê bikin. Bi taybetî dibê li vê derê jî destînasyonê ava bikin. Ji bo danasîna herêmê bi tenê ciyek têrê nake. Înşaellah em ê bi xebatan vê derê made bikin û pêş bixin.
Huseyîn Çelîkê ji bo gerê ji Bursayê hat bajêr jî got bajaroka antîk gelekî eciband.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.