Çand û huner

"Bajarê şaristaniyan" Diyarbekir di betlaneya Eyda Remezanê da mazûvaniya geştiyaran dike

Ömer Yasin Ergin  | 20.03.2026 - Rojanekırın : 20.03.2026
"Bajarê şaristaniyan" Diyarbekir di betlaneya Eyda Remezanê da mazûvaniya geştiyaran dike

Diyarbakir

"Bajarê şaristaniyan" Diyarbekir di betlaneya Eyda Remezanê da mazûvaniya geştiyaran dike.

Ziyaretvanên ku di eydê da berê xwe dane Diyarbekirê, gelek deverên dîrokî û çandî ziyaret dikin.

Kesên tên Diyarbekirê diçin ziyareta sûrên dîrokî yên bajêr yên ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire, Kompleksa Muzeya Keleha Hundirîn, Mizgefta Mezin ku wekî Harêma Şerîf a 5emîn ya alema Îslamê tê qebûlkirin, Pireya Dehderî û Xana Hasanpaşayê.

Li bajarê ku bi mêvanperweriya kevneşopî ya Anadoluyê va pêşwaziya geştiyaran dike, bi taybetî li navçeya dîrokî ya Sûrê liv û tevger zêde ye.

Ekîbên Şaxa Tûrîzmê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr jî bi Îngilîzî, Frensî, Almanî, Erebî, Farisî, Kurmancî û Zazakî xizmetê didin geştiyarên herêmî û biyanî.

Eser Çetînê ku ji Eskîşehirê hatiye Diyarbekirê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Diyarbekir xwedî cihên dîrokî ye û wiha axivî: "Me Mizgefta Mezin û gelek cihên din ziyaret kir, gelek kêfa min hat. Ez pêşniyarê her kesî dikim ku ew bên vî bajarî."

Bahar Uçuka ji Stenbolê hatiye jî anî ziman ew di betlaneya eydê da hatiye Diyarbekirê û wiha got: "Baran heye, lê ew ê ji me ra nebe astengî. Ji ber ku memleketê diya min e ez hatim. Ji bo gerê cihên baş hene û ez ji her kesî ra pêşniyar dikim."

Rêberê geştiyaran Huseyîn Abanogluyê ku ji mêvanên Eskîşehirê hatine ra rêbertiyê dike ku bajêr bide nasîn jî got piştî xwarinê kebaba kezebê ew ê herin Mêrdînê.

Abanoglu wiha dewam kir: "Hewa bi baran e, lê geştiyar dîsa jî kêfxweş in. Ji çavên wan û rûyên wan diyar e. Bi mêvanperweriya gelê Diyarbekirê va geşteke xweş pêk hat."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın