Çand û huner

Arkeolog di kelekela havînê da li dû şopa jiyana Urartuyan in

Li Gurpinara navçeya Wanê arkeologên di nekropolê da vekolanê dikin ku li bakurê Keleha Çavuştepeyê di vedanên 9 sal berê da hatibû tesbîtkirin, hewl didin edetên mirîveşartinê, jiyana civakî û şopên rêveberên kelehê yên dewra Urartuyan derxin holê

Mesut Varol, Ali Çelik  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 30.07.2025
Arkeolog di kelekela havînê da li dû şopa jiyana Urartuyan in

Van

 Li Gurpinara navçeya Wanê arkeologên di nekropolê da vekolanê dikin ku li bakurê Keleha Çavuştepeyê di vedanên 9 sal berê da hatibû tesbîtkirin, digel kelekela germa havînê û her wiha xwelî û xubarê, hewl didin ku şopên dîrokî ronî bikin.

Li Keleha Çavuştepeyê ku bi destê Qralê Urartuyan Sardûrê IIyemîn Beriya Zayînê dı salên 764-734an da hatiye çêkirin û her wiha li nekropola li milê wê yê bakur xebatên kolana şûnwarên dîrokî îsal jî bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê va dest pê kirin.

Di xebatên vedanê da yên ku ji hêla ekîbeke arkeologên pispor ên bi serokatiya Dekanê Fakulteya Edebiyatê û Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu tên meşandin, zanyariyên ku dîroka bajêr ronî dikin, hatin bidestxistin.

Ekîba vedanê ya ku digel xwelî û xubarê û her wiha germa havînê xebatên xwe didomînin, li nekropola ku tê texmînkirin çîna rêveber a Keleha Çavuştepeyê tê da veşartî ye, berateyên îskelet û seramîkan derxistin holê.

Tê çaverêkirin ku ji berateyên ku ji hêla arkeologan tên vekolîn, edetên mirîveşartinê, jiyana civakî û aborî û her wiha şopên rêveberên kelehê yên dewra Urartuyan bên tesbîtkirin.

Prof. Dr. Çavuşoglu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku di fealiyetên vedanê da heta niha ew di warê edetên mirîveşartinê yên Urartuyan da rastî berateyên ecêb hatin.

Çavuşoglu her wiha bal kişand ku heya xebatên vedanê bidomin, ew ê rastî berateyên ecêb û seyr werin û berateya herî ecêb jî ew mohr bûn ku li ser îskeletên jinan derketin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın