Çand û huner

"7emîn Festîvala Cîloyê" ya ku dê li Hekariyê bihata lidarxistin ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê hat betalkirin

Sayim Harmancı  | 20.06.2025 - Rojanekırın : 20.06.2025
"7emîn Festîvala Cîloyê" ya ku dê li Hekariyê bihata lidarxistin ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê hat betalkirin

Hakkari

"7emîn Festîvala Cîloyê" ya ku dê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bihata lidarxistin ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê hat betalkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di rojên dawîn da êrîşên Îsraîlê yên dijî Îrana cîrana Tirkiyeyê hiqûq, edalet û wijdanên kesayetiyê birîndar kir.

Di encama êrîşan da di serî da Tehran, Tebrîz, Isfehan û Kirmaşan li gelek bajarên Îranê êrîş hatin lidarxistin û sivîlên bêguneh canê xe ji dest dan

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Bi berçavgirtina êş û pevçûnên ku li cîranê me yê sînor rû didin, hatiye nirxandin ku naveroka muzîk û şahiyê ya Festîvala Cîloyê li hember wan êşan ne guncaw e û biryar hatiye dayîn ku ev çalakî werin betalkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.