Li gor agahiyên ku hatin hildan, ekîbên Midûriya Ewlekariyê ya Aydinê ku li ser rê kontrola nasnameya dikirin, Tarhanê endamê Meclisa Partiyê ya HDPyê bi hinceta "mixalefetiya qanûna eskeriyê kir" binçavkirin.
Tarhan piştî îfadedayînê ji bo kontrola tendûristiyê birin nexweşxaneyê û ji vir jî sewqê dadgehê kirin.
Tarhan diyar kiribû ku ew "wijdanî redçî" ye û eskeriyê red dike. Piştî vê daxuyaniyê derbarê Tarhan de doz hatibû vekirin û wî cezayê hepsê xwaribû.