Polîtîka, archive

"PKK ji bo birayên me yên kurd mezintirîn dujmin e"

Eroglu: "Mixabin rêxistina terorê PKK ji bo birayên me yên kurd mezintirîn dujmin e. Bi temamî kurdan dike hedefa xwe, rê li ber pêşketina herêmê digre"

17.09.2015 - Rojanekırın : 17.09.2015
"PKK ji bo birayên me yên kurd mezintirîn dujmin e"

ANKARA
 
 Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê Veysel Eroglu got, "Mixabin rêxistina terorê PKK ji bo birayên me yên kurd mezintirîn dujmin e. Bi temamî kurdan dike hedefa xwe, rê li ber pêşketina herêmê digre."

Eroglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku ji bo refaha xelkê herêmê û pêşketina herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê gelek veberhênan pêk hatin. 

Eroglu qala xizmetên îqtidara AK Partiyê ya ji bo gelê Tirkiyeyê kir û wiha got, "Me tu cudahî nexist navbera bakûr-başûr, rojhilat-rojavayê Tirkiyeyê. Me bi awayekî hevseng xizmeta hemû herêma kir. Hikûmeta me 13 salan veberhênanên ku nedihat bîra xelkê, bi dilxweşî û heyecanê pêk anî."

Wezîr Eroglu diyar kir ku av tê wateya şaristaniyê û di îqtidara AK Partiyê de wan av bir hemû deverên ku şênî lê hene û wiha dewam kir, "Me ne bitenê av bir. Herwisa derfeta xebatê jî da gelê herêmê. Me herêm pêş xist. Bi Projeya Sîlvanê ve me hem av da Diyarbekirê û hem jî kar da 350 hezar kesî." 

- "Teror veberhênanan asteng dike"

Eroglu bal kişand ku teror li ser veberhênanan bandoreke neyênî dike û wiha pê de çû, "Rêxistina terorê PKKyê di serî de Diyarbekir, Bîtlîs û Qers li gelek deveran êrîş bir ser şantiyeyan û herwisa li dijî hêzên ewlekariyê yên li ber şantiyeyan jî êrîş pêk hatin. PKKyê wesayîtên ku di van şantîyeyan de dihatin emilandin jî şewitandin."

Eroglu nirxandina xwe wiha domand, "Mixabin rêxistina terorê PKK ji bo birayên me yên kurd mezintirîn dujmin e. Bi temamî kurdan dike hedefa xwe, rê li ber pêşketina herêmê digre, mirovan dikuje, zarokên wan, keçên wan direvîne serê çiyê. Zilmeke gelek mezin dike."

Eroglu bal kişand ku heger kutabûna Bendava Sîlvanê salekê talûq bibe welatiyên herêmê dê ji 200 milyon lîreyî mehrûm bimîne û wiha domand:

"Ji ber êrîşên terorê wesayît û tesîsên me dişewitin û digel van kar jî bi derengî dikeve. Dibêjin, 'Em li dijî bendavan e', lê heger bendav û golên piçûk nebin em ne dikarin ava vexwarinê û ne jî ya ji bo çandiniyê bidin wan. Îro heger Bendava Ataturkê nebûya, meyê çawa av bida Şanliûrfayê."

- Ji bo xelkê herêmê bangewazî

Wezîr Veysel Eroglu bangî welatiyên li herêma rojhilat û başûrê rojhilatê kir da ku li hemberê PKKyê bi awayekî zelal û eşkere helwesta xwe nîşan bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın