
Ji ber sedema bûyerên terorê 14 rêxistinên karkeran û karsazan bi navê "Ji terorê re na, ji biratiyê re erê" li paytext Enqereyê meşek organîze kirin. Ji ber meşa bi navê "Ji terorê re na, ji biratiyê re erê" qada Sihiyeyê û hin rêyên nêzîkî Ulusê ji saet 12.45an vir ve hatin girtin û tevdîrên ewlehiyê hatin hildan.
Meşê di saet 16.30an de li qada Sihiyeyê dest pê bike.
Ji derveyî Enqereyê 100 otobês hatin û di otobêsan de ji ber ewlehiyê lêgerîn hat kirin.
- 6 hezar polês hatin wezîfedarkirin
Ji bo ku di mitîngê de provokasyon neyên kirin li der û dora qada mitîngê ji hemû şaxan qasî 6 hezar polês hatin wezîfedarkirin.
Di meşê de bi tenê diruşmeya "Ji terorê re na, ji biratiyê re erê" wê bê berzkirin.