Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su der barê qedexeya derketina derve ya li Cizîrê û operasyonên hatin kirin de daxuyaniyek da.
Su daxuyand ku dema li Cizîrê qedexeya derketina derve hebû û operasyon hatin kirin hezar û 150 kîlo teqemenî û 39 mekanîzmeya bombeyan hatin îmhekirin û wiha axivî: "7 endamên rêxistina terorê hatin kuştin, 17 kes hatin binçavkirin û li gor agahiyên me di vê demê de qasî 40 an 42 kesên rêxistina terorê hatin kuştin."
Su got ku terorîstan 21 êrîş bi roketavêjan ve, 19 êrîş bi bombeyan ve, 2 êrîş jî dafika bibombe ve kirine û di van êrîşan de 25 polês birîndar bûne û 7 wesayîtên bizirx jî xisar dîtine.
Walî su got ku dema qedexeya derketina derve hebû hewl hatiye dayîn ku gel xizmeta tenduristiyê hilde û hewcedariyên wan ên bingehîn bên dîtin û wiha axivî: "2 hezar û 252 nexweşan serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dan û hatin tedawîkirin. 251 kesan serî li Navenda Banga Acil 112an dan, lê ji ber ku terorîstan gule berdidan ambulansan 68 bang bêbersîv man. 34 kes welidîn û ji bo vê ambulans hatin şandin. 11 doxtor û xebatkarên tenduristiyê ev xizmet dan. Bi têra xwe market, firin û dermanfiroş vekirî man."
Su sipasiya esnafên Cizîrê kir yên ku li hember hemû gefxwarinan market, firin û dermanfiroşên xwe vekirî hiştîne kir.