Li navçeya Tetwanê teqemeniya ku terorîstan di menfezê de veşartibûn, di dema derbasbûna wesayîta polêsan a bizirx de hat teqandin. Di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li tanga Taxa Karşiyakayê li ser rêbeja Tetwan-Xelatê teqemeniya ku terorîstan di menfezê de bi cî kiribûn, dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas dibû teqandin. Di teqînê de 3 welatî birîndar bûn. Birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.
Piştî bûyerê rê ji trafîkê re girtin, piştî xebatên ku pisporên îmhekirina bombeyan kirin rê dîsa hat vekirin.