Dinya, archive

'Hewcedariya PYDê bi pêşmergeyan heye'

Berdevkê PDKSê Neşet Zaza: "Pêşmergeyên me ji 11 yekîneyî pêk tên û hejmara wan nêzî 6 hezarî ye. Em wisa hêvî dikin ku di demeke kurt de wê hejmara wan zêde bibe."

17.09.2015 - Rojanekırın : 17.09.2015
'Hewcedariya PYDê bi pêşmergeyan heye'

HEWLÊR

 

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyayê (PDKS) Neşet Zaza der heqê pêşmergeyên Sûriyeyê yên ku li dijî DAEŞê hatin wezifedarkirin de got: "Pêşmergeyên me ji 11 yekîneyî pêk tên û hejmara wan nêzî 6 hezarî ye. Em wisa hêvî dikin ku di demeke kurt de wê hejmara wan zêde bibe."

Zaza daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku pêşmerge di çarçoveya peymana siyasî ya navneteweyî û navxweyî de derbasî aliyê Sûriyeyê dibin û wiha pê de çû: "Hêzên koalîsyonê ji bo ku pêşmerge derbasî aliyê Rojavayê Sûriyeyê (herêmên çiyayî yên Hesekeyê) bibin wê bi her awayî alîkariyê bidin. Dema ku pêşmerge derbasî Rojava bibin DYA û Herêma Kurdistanê (Herêma Kurdistana Iraqê) çek jî di nav de wê di her qadê de piştgiriyê bidin. Me ev yeka di meseleya Kobanêyê de dît."

Zaza destnîşan kir ku ji bo ewlehiya Rojava hewcedarî bi hêzên koalîsyonê û pêşmergeyan heye û ev gava ku hat avêtin ji bo rûdanên li bakurê Sûriyeyê pir girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo parastin û ewlehiya Rojava hewcedarî bi hêzên koalîsyonê û pêşmergeyan heye. Şerê li Kobanêyê nîşanî çar aliyê dinyayê da ku têkoşîna beramber a li hemberî dijmin, Rojava wê pêş ve bibe. Bi çûyîna pêşmergeyan emê di demeke kurt de terorîstan ji ser axa xwe biqewirînin."

- Pêşmergeyên li Sûriyeyê girêdayî ENKSê ne

Berdevkê PDKSê Zaza ragihand ku hemû şervanên ku di nav pêşmergeyan de cih digirin ji Sûriyeyê ne û girêdayî Encumana Niştimanî ya Kurd a li Sûriyeyê (ENKS) ne.

Zaza bi bîr xist ku ev gav di çarçoveya Peymana Dihokê ya ku di 22yê Cotmeha 2014an hatibû îmzekirin de hat avêtin û wiha axivî: "Yekîneyên pêşmergeyan li HKIyê hatin perwerdekirin. Heta çendek berê jî di navbera herdu aliyan de pirsgirêk hebû lê niha ez dikarim bi dilrihetî bibêjim ku ew mesele hatin helkirin." 

Der heqê nêrîn û polîtîkaya DYAyê ya ji bo yekîneyên kurdan de jî got: "DYA dewletek e ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û çar aliyê dinyayê diqewimin çareser dike. Ji ber nîqaşên di navbera partiyên herêma Kurdistanê de jî tevlî meseleyê bû. Ji serê ser de dixwaze ku pirsgirêka pêşmergeyên Rojava bê çareserkirin."

- "PYD ji dil razî nîne"

Zaza bal kişand ser nêrîna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî û got ku ew ji dil û can bi vê meseleyê razî nînin û axaftina xwe wiha domand: "Lê niha hewcedariya wan bi pêşmerge û hêzên koalîsyonê ya navneteweyî heye. Niha bi tenê lihevkirin pêk hat. PYD wê ji dil û can nebêje erê. Ji ber şert û mercên şer û bi zora hêzên koalîsyonê wê mecbûr bimîne û qebûl bike." 

Zaza ji bo xebatên hevpar ên ku wê pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a girêdayî PYDyê bi hev du re bikin jî agahî da û got: "Pêşmerge û YPG wê bi hevdu re şaxa operasyonê ya hevpar amade bikin. Çekdarên din ên li herêmê û hêzên koalîsyonê jî wê beşdarî vê bidin. Şervan wê ji hêla vê şaxê ve li cihê ku hewcedarî lê heye wê bên bicihkirin. Piştî ku pêşmerge vegeriyan wê bi tenê rêbazek bi cih bibe. Gavên ku bên avêtin wê piştî wî eşkere bibe."

- Peymana Dihokê çi ye?

Ji bo birêvebirina Hesekeya li Sûriyeyê ku li ser sînorê Tirkiye û Iraqê ye di navbera PYD û partiyên siyasî yên ku nêzî Mesûd Barzanî ne de nîqaş derdiket. Li ser daxwaza Barzanî di 11ê Tîrmeha 2012an de hemû partiyên kurd bi navê "Konseya Bilind a Kurdan" hatin bal hev lê ji ber ku PYDê kar û barên xwe yên bi rejima Esed re domand, beşdarî Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalifên Sûriyeyê (KNHŞMS) nebû û nehişt partiyên siyasî yên kurd li herêmê xebatên xwe bikin û loma peyman nehat sepandin.

Piştî ku PYDê Efrîn, Cezîre û Kobanê wek "kanton" îlan kir tevlihevî zêde bû û 4 partiyên ku di bin banê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê de hatin bal hev, PYDê ji ber "siyaseta li gor heşê xwe dike" sûcdar kirin.

Li ser vê mûteberiya Peymana Hewlêrê nema û loma Mesûd Barzanî careke din partiyên din di bin banê ENKS û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a ku nêzî PYDê ne anî bal hev û piştî civîna ku 10 rojî dewam kir her du alî 22ê Cotmeha 2014an de li hev kirin.

Hatibû ragihandin ku di civînê de li ser xalên ku wê siyaseta ku yekîtiya neteweyî ya kurdan xurt bike, pêşve bibe li hev kirin.

Li gor peymanê li bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk a hevpar ku wê her du alî jî tê de cih bigirin dê bê avakarin. Pergala xweseriya demokratîk wê bê çêkirin û hemû hêzên li herêmê di xeta parastinê ya li dijî DAEŞê de wê cih bigirin.

Barzanî lihevkirina her du aliyan wekî gaveke dîrokî nirxandibû û gotibû: "Ev gav ji bo serfiraziya kurdên Rojavayê destpêk e. Ez partiyên siyasî ji ber ev gav avêtin, pîroz dikim. Ez wisa hêvî dikim ku xalên ser li hev kirin di demeke kurt de bên sepandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın