Îxracata Tirkiyeyê di hezîranê da ji sedî 7,9 zêde bû û derket 20 milyar û 515 milyon dolarî

Ankara
Îxracata Tirkiyeyê di hezîranê da li gorî heman meha par ji sedî 7,9 zêde bû û derket 20 milyar û 515 milyon dolarî, îdxalat ji sedî 15,2 zêde bû û derket 28 milyar û 688 milyon dolarî.
Bi tevkariya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê ji bo meha hezîranê daneyên bazirganiya dereke ya berwext hatin amadekirin û eşkerekirin.
Li gorî daneyan di çarçoveya Pergala Bazirganiya Giştî (GTS) da îxracat di hezîranê da li gorî heman meha par ji sedî 7,9 zêde bû derket 20 milyar û 515 milyon dolarî, îdxalat jî ji sedî 15,2 zêde bû û derket 28 milyar û 688 milyon dolarî.
Kêmasiya bazirganiya dereke di hezîranê da li gorî heman meha par ji sedî 38,8 zêde bû û derket 8 milyar û 173 milyon dolarî.
Ferqa rêjeya îxracat û îdxalatê di Hezîrana 2024an da ji sedî 76,4 bû, meha borî wekî ji sedî 71,5 hat kifşkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.