Îxracata Tirkiyeyê di cotmehê da ji sedî 2 zêde bû û derket 23 milyar û 941 milyon dolarî
Ankara
Îxracata Tirkiyeyê di cotmehê da li gor heman meha par ji sedî 2 zêde bû û derket 23 milyar û 941 milyon dolarî, îdxalat jî ji sedî 7,2 zêde bû derket 31 milyar û 521 milyon dolarî.
Bi tevkariya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê û Wezareta Bazirganiyê li ser cotmehê daneyên bazirganiya dereke ya berwext hatin berhevkirin û parvekirin.
Li gor vê di çarçoveya Pergala Bazirganiyê ya Giştî (GTS) da îxracat di cotmehê da li gor heman meha par ji sedî 2 zêde bû û derket 23 milyar û 941 milyon dolarî, îdxalat jî ji sedî 7,2 zêde bû derket 31 milyar û 521 milyon dolarî.
Kêmasiya bazirganiya dereke di cotmehê da li gor heman meha par ji sedî 27,6 zêde bû û derket 7 milyar û 580 milyon dolarî.
Rêjeya ferqa îxracat û îdxalatê di Cotmeha 2024an da ji sedî 79,8 bû, lê meha borî wekî ji sedî 76 pêk hat.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
