Îxracata dan û dexl a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di 10 mehan da gihîşt 2,9 milyar dolarî
Gaziantep
Sektora dan û dexl, beqliyat, tovên rûnî û mamûlên wê ya Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di 10 mehan da bi 2 milyar û 924 milyon û 614 hezar dolarî îxracat kir.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB), di serdema rêbendan-cotmehê da bi beramberî 3 milyon û 537 hezar û 438 ton berhemê ku ji Başûrê Rojhilat hat firotin, 2 milyar û 924 milyon û 614 hezar dolar dahat hat bidestxistin.
Li gorî heman serdema par di nirxê da ji sedî 4,6 zêdebûn, di miqtarê da jî ji sedî 3,4 daşikîn çêbû.
Di sektorê da berhema ku herî zêde hat îxrackirin, bi 499 milyon û 927 hezar dolarî va bû maqirne, her wiha îxracata rûnê tovê guleberojan li gorî heman serdema 2024an ji sedî 16,7 zêde bû û derket 489 milyon û 501 hezar dolarî.
Di daxuyaniyê da cih dan nirxandina Celal Kadoogluyê Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Dan û Dexl Beqliyat Tovên Rûnî û Mamûlên Wê ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku qala daşikîna ji sedî 14,7 a di bazara Iraqê da kir ku ji bo herêmê xwedî giringiyeke stratejîk e.
Kadooglu bal kişand ku ev daşikîn ji bo kargehên xidayê yên li herêmê ne bi tenê tê wateya reqamî, di heman demê da xwedan giringiyeke stratejîk e jî û wiha dewam kir:
"Iraqê ji bo parastina pîşesaziya xwe, îtxalata arê genim sînordar kir û ev yek herka xwezayî ya bazirganiyê têk dibe. Pîşesaziya dan û dexl û her wiha ar ya herêma me ya ku ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke yên Iraqê bi salan veberhênan kir û mezin bû, ji ber astengiyên li dervayî terîfeyê, kota û verastkirinên îmtiyaza herêmî yên van dawiyan, neçar ma ku beşeke mezin a kapasîteya xwe ya hilberînê bêkêr bihêle. Mêrdîn di serî da li navendên giring ên wekî Gazîentab û Diyarbekirê fealiyetên hilberîna hin tesîsan bi awayekî cidî rawestiya."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
