Aborî

Îsal her çiqas hişkayî hebe jî hilberîna fistiqên Sêrtê wê baş be

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fistiqên Sêrtê Şuayîp Aslan: "Dema çandiniyê dest pê kir. Em bendê ne ku qasî 90 hezar ton fistiqê ter bê bidestxistin."

Fecri Barlık  | 31.08.2021 - Rojanekırın : 08.09.2021
Îsal her çiqas hişkayî hebe jî hilberîna fistiqên Sêrtê wê baş be Fecri Barlık - AA

Siirt

 Îsal her çiqas hişkayî hebe jî fistiqên Sêrtê li gor vê hişkayiyê bi ber û bereket in û li gor texmînê 90 hezar ton rekolte wê bê bidestxistin.

Bi piştgiriya dewletê 18 sal berê xebatek hat bidestxistin ku hejmara kesên fistiqan datînin zêde bibe.

Li bajêr hejmara kesên bi vî karî ra eleqedar dibin gihîşt 14 hezarî.

Serokê Yekîtiya Hilberînerên Fistiqên Sêrtê Şuayîp Aslan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand îsal her çiqas baran kêm bibare û hişkayî hebe jî bi saya tevdîrên cotkaran hilberîna fistiqan wê baş be.

Aslan got salekê fistiq zêde û salekê jî kêm dibin, lê îsal herçiqas sala kêmbûnê be jî dîsa jî rêje baş e.

Aslan wiha dewam kir: "Ji 15 milyon darên fistiqan yên li ser qadeke 400 hezar dekarî hatine danîn jê ji sedî 80ê fistiq hat bidestxistin. Dema çandiniyê dest pê kir. Em bendê ne ku qasî 90 hezar ton fistiqê ter bê bidestxistin. Înşallah em ê bigîhîjin vê rekolteyê."

Der barê bihayê fistiqan da jî Aslan wiha got: "Par em xeyalşikestî bûn. Fistiq bi bihayê 2 sal berê va hatin firotin. Em bendê ne ku bihayê fistiqên kawlaq di navbera 65-75 lireyan da be. Midûriya Bajêr ya Çandinî û Daristanê jî her tim piştgiriya cotkaran dike, di bin banê midûriyê da xeteke telefonê ya "Elo Fistiqê Sêrtê" hatiye avakirin ku ew bê pere xizmetê dide."

Şerafettîn Nergizê karê fistiqan dike jî got cotkar gelekî dixebitin ku tesîra hişkayiyê li ser fistiqan çênebe.

Nergiz got ew li Antalyayê dijî, lê 2 sal berê vegeriyaye gundêê xwe û wiha dewam kir: "Min ev baxçe 15-20 sal berê danî. Paşê ez vegeriyam û pê ra eleqedar bûm. Înşallah îsal em ê rekolteyeke baş bi dest bixin. Bi saya kar û berên me ji bo av, ax û tiştên din kir em ê bi zirareke kêm va ji vê hişkayiyê xelas bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.