Aborî

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Donmez: Bi vê keşfê wê îtxalata me zehf kêm bibe

Nihat Kavşut  | 22.08.2020 - Rojanekırın : 23.08.2020
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Donmez: Bi vê keşfê wê îtxalata me zehf kêm bibe

Istanbul

 Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez tirbeya Fatîh Siltan Mehmedê padîşahê Osmanî ziyaret kir.

Fatîh Donmezê daxuyanî da rojnamevanan der barê li Deryaya Reş keşifkirina rezerva xaza siruştî da got ku bi vê keşfê wê îtxalata me zehf kêm bibe û wiha dewam kir: "Li ber me qadeke nû ya 6 hezar kîlomêtroqere heye. Li gor nirxandina pisporên me li wir jî dibe ku rewşeke wiha çêbe."

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Donmez destnîşan kir wê binesaziyeke wisa ava bikin ku welatiyên xaza siruştî bi bihayekî zehf erzan biemilînin û wiha peyivî: "Li derekê mal zêde be wê helbet biha bikeve. Bi her awayî xaza ku em ê hilberînin wê ji xaza ku em îtxal dikin erzantir be. Bira dilê gelê me rehet be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.