Aborî

Wezîrê Bazirganiyê Muş: Tirkiye bi îxracatê va pêşketina xwe didomîne

Deniz Çiçek Palabıyık  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 30.11.2021
Wezîrê Bazirganiyê Muş: Tirkiye bi îxracatê va pêşketina xwe didomîne

Ankara

Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş li ser pêşketina ji sedî 7,4ê ya aboriya Tirkiyeyê ku di çaryeka 3yem a îsal da hat bidestxistin wiha got, "Îxracatê 6,8 puan piştgirî da pêşketinê. Ji sedî 92yê pêşketina me ji îxracatê ye. Îxracat wê wekî piştgirê pêşketina aboriya dewam bike."

Muş li ser hesabê xwe yê Twitterê reqamên pêşketinê yê çaryeka 3yem a îsal ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê eşkere kir, nirxand.

Muş destnîşan kir ku Tirkiye bi îxracatê va pêşketina xwe didomîne û wiha dewam kir, "Aboriya me di çaryeka 3yem da ji sedî 7,4 mezin bû. Îxracatê 6,8 puan piştgirî da pêşketinê. Ji sedî 92yê pêşketina me ji îxracatê ye. Îxracat wê wekî piştgirê pêşketina aboriya dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.