Aborî

Wezîr Bayraktar: "Li Diyarbekir, Gabar û Batmanê bi qasî 4 milyar dolarî rezerva neftê hatiye dîtin"

Gülşen Çağatay  | 30.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Wezîr Bayraktar: "Li Diyarbekir, Gabar û Batmanê bi qasî 4 milyar dolarî rezerva neftê hatiye dîtin"

Ankara

 Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, "Li bejayê di lêgerînên di 2025an da li Diyarbekir, Gabar û Batmanê îsal li lokasyonên cuda 57 milyon warêl rezerva neftê hatiye tesbîtkirin ku qîmeta wê 4 milyar dolar e."

Bayraktar li AAtolyeyê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û pirsên der barê rojevê da bersivand.

Bayraktar ragihand ku di lêgerînên li Diyarbekir, Gabar û Batmanê da îsal li lokasyonên cuda 57 milyon warêl rezerva neftê hatiye tesbîtkirin ku qîmeta wê 4 milyar dolar e.

Bayraktar diyar kir ku li seranserê Diyarbekirê di navbera 4-6 milyon warêlî da potansiyela xaza zinêr û nefta zinêr heye.

Wezîr Bayraktar destnîşan kir sala bê li Behra Reş bi temamkirina faza duyemîn, xaza siruştî ya bê derxistin wê têra 8 milyon xaniyî bike.

Bayraktar destnîşan kir ku di 2yê Tebaxê da xaza siruştî ya ji Azerbeycanê tê wê ji ser Kilîsê ra derbasî Helebê bibe.

Wezîr Bayraktar ragihand ku platforma seravê ya duyemîn ya Tirkiyeyê wê di Kanûna 2027an da ji Rojhilata Dûr ber bi Tirkiyeyê va bi rê bikeve.

Bayraktar got ku di heyama qanûndanînê ya nû da di warê vejena nukleerî da bo reaktorên moduler yên biçûk wê verastkirinekê pêşkêşî Meclisê bikin.

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Bayraktar destnîşan kir ku bi temambûna xebatan wê bi qasî 900 megawat elektrîkê bidin Sûriyeyê û ev jî dê li wir bi kêrî 1,6 milyon xaniyî were.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.