"Wezîfeya destnîşankirina polîtîkayên îstiqrara fiyatan ya Bankeya Navendî ye"
Ankara
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan got ku "Wezîfeya destnîşankirina amûr û polîtîkayên ku îstiqrara fiyatan pêk tîne û bi cî tîne ya Bankeya Navendî ye."
Elvan di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir wezîfeya destnîşankirina amûr û polîtîkayên ku îstiqrara fiyatan pêk tîne û bi cî tîne ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê ye û wiha got: "Ji bona îstiqrara fiyetan bigihêje armanca xwe zehf girîng e ku mekanîzmayên şandina pere yên Bankeya Navendî baş bixebitin."
Lutfî Elvan diyar kir di serî da saziyên fînansê wê kapasîteya îdarî û qabiliyeta operasyonel ya hemû saziyên eleqedar zêde bikin.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan destnîşan kir Bankeya Navendî ragihandiye ku di pêşerojê da wê şefafî û pêşbîniyê zêde bike û polîtîkaya pere ya sade bimeşîne.
Elvan diyar kir wê polîtîkayên xwe yên darayî, sektora fînansê û fînansmana kamuyê ji bona îstiqrara fiyetan mayînde be ava bikin.