Aborî

Wezareta Xezîne û Darayiyê dê 104 alîkarên pispor bistîne

Mehmet Can Toptaş  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 26.12.2025
Wezareta Xezîne û Darayiyê dê 104 alîkarên pispor bistîne

Ankara

 Wezareta Xezîne û Darayiyê dê bi azmûnê 104 alîkarên pispor bistîne.

Îlana Wezaretê ya têkildarî mijarê di Rojnameya Fermî da weşiya.

Li gorî vê, 52 jê ji mezûnên fakulteyên zanîngehan ên zanistên siyasî, îqtisad, kargerî, zanistên îqtisadî û îdarî, 18 jê mezûnên hiqûqê, 20 jê mezûnên îqtisadê, 3 jê mezûnên peywendiyên navneteweyî û 11 jê mezûnên endazyariya endustriyê bi tevahî 104 alîkarên pispor dê bên sitandin ku di kadroyên vala yên Wezareta Xezîne û Darayiyê da bên bicihkirin.

Serîlêdana azmûnê di navbera 19-30ê Rêbendana 2026an da li ser e-Devletê (https://www.kariyerkapisi.gov.tr) bi awayekî online dê bê kirin.

Azmûn dê nivîskî û devkî ji du qonaxan pêk were. Azmûna nivîskî bi rêbaza klasîk dê di 25ê Nîsana 2026an da li Enqereyê bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.