İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 64,57 dolarî tê firotin
Warêla petrola brentê roja înê di nav rojê da hetanî 64,93 dolarî hat firotin û di dawiya rojê da bi 64,88 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brentê ji saet 09.01î pê va li gor roja înê ji sedî 0,47 kêm bû û dakete 64,57 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,46 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên heftane yên şirketa sehaya neftê Baker Hughes, hejmara kûleyên sondaja neftê ya Amerîkayê di navbera hefteya 29ê hezîranê û 5ê tîrmehê da li gor hefteya beriyê 5 kêm bû û daket 788an.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 66,34 û 64,76 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 63,18 û 62,20 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.