Aborî

Tê îdiakirin ku xurmeyên ji Îsraîlê tên li bazara Ewropayê bi etîketên cuda têne firotin

Bahattin Gönültaş  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Tê îdiakirin ku xurmeyên ji Îsraîlê tên li bazara Ewropayê bi etîketên cuda têne firotin

Berlin

Tê îdiakirin ku beşeke ber bi çav a xurmeyên ku li bazara Ewropayê têne firotin, çavkaniya wan tê veşartin û ji ser welatên cuda va dikevin bazaran.

Berfirehbûna bilez a di bazirganiya xurmeyan da hinekî aloz e. Nîqaşên li ser zincîra dabînkirinê û di heman demê da şopandina hilberîneran û zelaltiya etîketkirinê jî derdixe holê. Di van demên ku Îsraîl bi boykotan ra rû bi rû ye, bi taybet li cîhana Îslamê, tê ragihandin ku ew ji bo derbaskirina boykotê ji hêla nifûsê Îslamê yê li Ewropayê va serî li taktîkên etîketkirinê didin.

Bazara xurmê ya cîhanî, ku di sala 2025an de gihîşt 32.7 milyar dolarî, tê payîn ku di sala 2026an de bi rêjeya mezinbûna salane ya ji sedî 6.1, bigihêje 34.5 milyar dolarî. Tê texmînkirin ku bazar heta sala 2034an bigihêje 55.58 milyar dolarî.

Her çend di warê qebareya hilberînê ya giştî da li paş Misir û Erebistana Siûdî bimîne jî, Îsraîl di kategoriya xurmê ya bi nirxa zêdekirî ya bilind da wekî aktorekî giring di bazirganiya cîhanî da derdikeve pêş.

Îxracata xurmeyên cinsê bi navê mechûl, bi taybetî yên di beşa premium da, bandora welêt li bazara navneteweyî zêde dike. Lêbelê nelihevhatina di navbera qebareya hilberînê û hejmarên şandinê da pirsgirêkên li ser şopandina zincîra dabînkirinê derdixe holê.

Ji Ewropayê raporên curbicur ên sektoran, raporên medyayê saziyên şopandina bikarhêneran, destnîşan dikin ku xurmeyên ku li wargehên neqanûnî yên li Îsraîl û Şerîeya Rojava têne hilberandin, bi karanîna rêbazên veşartina eslê xwe têne firotin da ku ji boykot û dorpêçên navneteweyî dûr bikevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın