Serokwezîrê HKIyê Barzanî: Em pêşî nagirin ku Bexda (ji ser Tirkiyeyê) neftê îxrac bike
Arbil
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî got ku pêşî nagirin ku Bexda ji ser bendergeha Ceyhanê ya li Tirkiyeyê neftê îxrac bike lêbelê mîqdara difikirin nefta ku Iraq ji rêyên din dişîne dê telafî neke.
Barzanî der abrê geşedanên dawîn da Navenda Operasyonê ya li Walîtiya Hewlêrê ziyaret kir û wir der barê rojevê da daxuyanî dan.
Barzanî da zanîn ku hikûmeta Iraqê biqasî 4-5 milyon warêl neftê hildiberîne û îxrac dike û got ku "Nefta ku li Herêma Kurdistanê jî tê hilberîn nêzî 250 hezar warêlê ye. Nefta Kerkûkê ya ku Iraq dixwaze ku ji ser xeta boriyê ya Herêma Kurdistanê bişîne 250-300 hezar warêl e. Tevahiya vê nîv milyon neft e. Ev mîqdar nefta ku Iraq bi rêyên din dişîne telafî bike."
Barzanî got ku hêvî dike ji bo ku hikûmeta Iraqê neftê îxrac bike rêyên alternatîf hebin û wiha axivî: "Herêma Kurdistanê li pêşiya vê asteng nîne. Em tenê dixwazin ji bo ku em bikarin li sehayên xwe yên neftê hilberînê bikin temînatek hebe. Mixabin ku di çend rojên dawîn da ji ber ku sehayên neft û xaza sirûştî hatin bombekirin hilberîn hatiye asta rawestanê."
Barzanî da zanîn ku ji ber êrîşên dijî sehayên neftê hilberîn hatiye asta rawestanê û got ku "Me ji hikûmeta Iraqê xwest ku bila êrîşên dijî van sehayan rawestînin. Bi vî awayî ne tenê nefta Kerkûkê dê nefta li Herêma Kurdistanê jî li ser vê bê zêdekirin û bi hev ra bê sewqkirin."
Barzanî da zanîn ku ji Bexdayê dixwazin ku debara gelê HKIyê temîn bikin û mijara mehaneyê nekin karteke siyasî û got ku "Li vir jî wekî cihên din ên Iraqê dibê mehane di wextê da bên dayîn. Em hêvî dikin ku Iraq bi hişmendiya berpirsyariyê van daxwazan bi cî bîne."
Barzanî da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkên niha diqewimin dixwazin ku mekanîzmayên diyalogê û yên gucav bên avakirin û got ku "Hewcehî tune ku tu alî vê ji bo şovê bikin û me tehdîd bikin."
Barzanî diyar kir ku pêşniyazên xwe ragihandin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî û got ku "Em hêvî dikin ku di civîna îro bû kirin da bigihêjin encamê û vê qeyranê çareser bikin."
Barzanî got ku ji her kesî bêtir girîngiyê didin pirsgirêka aborî ya li Iraq û HKIyê û destnîşan kir ku ji bo debara gel û mehanên wan dixebitin û dijî îxrackirina neftê nînin.
Barzanî behs kir ku divê hin rastî bên gotin û ev gotin: "Em di vê şerê da alî nînin lêbelê yê herî zêde di bandorê da dimîne dîsa em in. Hikûmeta Iraqê berprisyar e ku van rawestîne. Ji ebr ku hin ji van ji Bexdayê mehaneyê distînin."
