Aborî

Sektora e-bazirganiyê dê li Stenbolê bicive

Aylin Rana Aydin Kuş  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 22.11.2025
Sektora e-bazirganiyê dê li Stenbolê bicive

Istanbul

 Hefteya e-bazirganiyê ya Tirkiyeyê ji aliyê Wezareta Bazirganiyê va, bi piştevaniya Komeleya Kargêrên Bazirganiya Elektronîk (ETÎD) digel Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) û Meclisa e-Bazirganiyê ya Tirkiyeyê va dê li Stenbolê bê lidarxistin.

Hefteya e-bazirganiyê ya Tirkiyeyê ku Ajansa Anadoluyê (AA) jê ra Hevbeşê Ragihandina Global e, bi mijara "Future-Commerce/Bazirganiya Siberojê" dê 21-22yê Mijdarê li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar a li Stenbolê bê lidarxistin.

Hûrgiliyên çalakiyê di civîna ku Serokê Daîreya Bazirganiya Elektronîk Çagatay Yasîn Karaboga, Serokê ETÎDê Hakan Çevikoglu û nûnerên saziyên hevbeş, tê da beşdar bûn, hatin parvekirin.

Karaboga di civînê da axivî û diyar kir ku ligel Hefteya Elektronîk a Tirkiyeyê dê festîvaleke mezin a e-bazirganiyê jî were lidarxistin û got, "Ev dê hefteya bazirganiyê ya yekem a Tirkiyeyê be ku ji dervayî welêt dest pê nake. Emê êdî jê ra nebêjin "Îna Reş". Êdî Mijdar wekî "Festîvala Kirîn û Firotinê ya Tirkiyeyê" tê zanîn. Di encamê da, ji bikarberên me ra ewê daşikandinên balkêş werin pêşkêşkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın