Haydar Şahin
03 Tebax 2019•Rojanekirin: 07 Tebax 2019
Husnu Ozdemirê li çarşiya Safranboliya navçeya Karabukê esnaftiyê dike sabûnên bi şîrê keran daye çêkirin difroşe Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Amerîkayê.
Husnu Ozdemirê 10 sal e li Safranboliyê sabûnan difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 5 sal berê biryar da ku ji şîrê keran sabûnê bide çêkirin lêbelê ji vir 3 sal berê li Hatayê sabûn da çêkirin.
Ozdemir destnîşan kir ku di salê da 50 ton sabûna ji şîrê keran tê çêkirin, mişteriyên wî ji vê sabûnê gelekî hez kirin bi vî awayî dest bi îxracatê kir.
Ozdemir diyar kir ku bi saya sabûna şîrê keran şampuan û qrema şîrê keran jî îxrac dike.
Ozdemir got, "Gelek cureyên sabûnê hene. Min got çima sabûna ji şîrê keran jî neyê çêkirin?" û axaftina xwe wiha domand: "Me çawa sabûn dan ser dezgehan hatin firotin. Em heba wan bi 5 lireyî difroşin. Li gor sabbûnên din zêde eleqeyê dibînin. Êdî sabûna herî zêde eleqeyê dibîne sabûna şîrê keran e. Herî zêde jin vê sabûnê dikirin. Xêncî sabûnê qrem û şampuana ji şîrê keran jî hene."
- Îxracî Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Amerîkayê dikin
Ozdemir bal kişand ku nexweşên şêrpençeyê ji bo tedawiyê şîrê keran vedixwin û wiha pê da çû: "Em sabûna şîrê keran îxracî Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Amerîkayê dikin. Bi taybetî Erebistana Siûdî û welatên Ereban tercih dikin. Min li fuara li Yalovayê ev fehm kir. Min li wê derê bi tenê sabûn û qrema ji şîrê kerê firot. Li fuarê sabûn yeko yeko nedikirîn 15 heb 15 heb dikirîn."
Ozdemir diyar kir ku sabûna şîrê kerê reşikahiyên li ser çermê merivan paqij dike û çerm temîz dike û wiha axivî: "Amûrên ji şîrê keran tên çêkirin wekî rûpêçê rûyê merivan mihefeze dikin. Dema her roj bi sabûnê ser û çavên xwe bişon feydeya wê zêde ye."
Husnu Ozdemir bal kişand ku şîrê keran hema bêje wekî şîrê dayikê ye, kesên vê agahiyê dizanin jî bê fikar dikirin.