Aborî

Rêjeya berên ku Tirkiye îxracî Sûriyeyê dike di 4 mehên ewil ên salê da ji sedî 36,7 zêde bû

Ömer Faruk Salman  | 22.05.2025 - Rojanekırın : 22.05.2025
Rêjeya berên ku Tirkiye îxracî Sûriyeyê dike di 4 mehên ewil ên salê da ji sedî 36,7 zêde bû

Gaziantep

 Tirkiyeyê di 4 mehên ewil ên salê da bihayê 669 milyon û 661 hezar dolarî ber îxracî Sûriyeyê kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAÎB) hat dayîn, îxracata ku Tikiyeyê di 4 mehên ewil ên salê da ji Sûriyeyê ra kir, li gor heman heyama par ji sedî 36,7 zêde bû.

Di heyama rêbendan-nîsanê ya par da ji Sûriyeyê ra bihayê 489 milyon û 837 hezar dolarî îxracat hat kirin, di 4 mehên ewil ên 2025an da ev reqam derket 669 milyon û 661 hezar dolarî.

Îxracata meha nîsanê jî li gor heman heyama par ji sedî 57,6 zêde bû û derket 162 milyon û 109 hezar dolarî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın