Merve Özlem Çakır
12 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2022
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha cotmehê da li gor mehek berê 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 10,2. Di vê heyamê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 534 hezar kes.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha cotmehê eşkere kir.
Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ku temenê wan ji 15yan mezintir di cotmehê da li gor mehek berê 57 hezar kes zêde bû û bû 3 milyon û 534 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 10,2. Rêjeya bêkariyê li gor heman mehê ya par puanek kêm bû.
Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2021 û 2022yan da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne:
| 2021 | 2022 |
| Çileya Paşîn | 12,6 | 11,2 |
| Sibat | 13,2 | 10,7 |
| Adar | 12,8 | 11,0 |
| Nîsan | 13,5 | 11,0 |
| Gulan | 13,0 | 10,7 |
| Hezîran | 10,9 | 10,4 |
| Tîrmeh | 11,5 | 10,1 |
| Tebax | 11,9 | 9,8 |
| Îlon | 11,4 | 10,1 |
| Cotmeh | 11,2 | 10,2 |
| Mijdar | 11,2 |
|
| Çileya Pêşîn | 11,2 |