Aborî

Reqamên îxracata meha mijdarê hatin eşkerekirin

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan: "Îxracata me ya mijdarê bû 16 milyar û 214 milyonî. Ev, reqama herî mezin a îxracata mehane ya 4emîn e ku me di 11 mehan da pêk anî ye

Önder Beyter  | 02.12.2019 - Rojanekırın : 03.12.2019
Reqamên îxracata meha mijdarê hatin eşkerekirin

Istanbul

Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê got, "Îxracata me ya mijdarê bû 16 milyar û 214 milyonî. Ev, reqama herî mezin a îxracata mehane ya 4emîn e ku me di 11 mehan da pêk anî ye. Îxracata me di 11 mehan da li gorî heman serdema par sedî 1,77 zêde bû, bû 165 milyar û 67 milyon dolarî. Wate herka bihêz û erênî dewam kir."

Reqamên îxracata meha mijdarê bi civîna çapemeniyê ku li Stenbolê hat lidarxistin va hatin eşkerekirin.

Wezîra Bazirganiyê Pekcanê ku di civînê da axaftinek kir, reqamên mezinbûnê yên çaryeka sêyemîn ku îro hatin eşkerekirin da bibîrxistin û bal kişand ku bi sedî 0,9ê va êdî ketin pozîtîfê û lewma jî dawiya salê reqamên çêtir dê bên dîtin.

Pekcanê diyar kir ku bi xêra van amaran, siberojeke geştir li pêşiya wan e û li ser amarên îxracata meha mijdarê jî ev zanyarî parve kirin:

"Îxracata me ya mijdarê bû 16 milyar û 214 milyonî. Ev, reqama herî mezin a îxracata mehane ya 4emîn e ku me di 11 mehan da pêk anî ye."

" Bi reqamên mezinbûna çaryeka 3yemîn ku îro eşkere bûn va êdî em pozîtîfê, dawiya salê em ê reqamên pir çêtir bibînin. Îxracata me di 11 mehan da li gorî heman serdema par sedî 1,77 zêde bû, bû 165 milyar û 67 milyon dolarî. Wate herka bihêz û erênî dewam kir. Ferqa bazirganiya me ya derva di 11 mehan da sedî 51,84 şikest û berjêrî 25 milyar û 162 milyon dolarî bû. Ji ser 11 mehan rêjeya beramberiya îxracatê ya li hemberî îtxalatê par sedî 75,6 bû, îsal hevrazî sedî 86,8an bû."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.