Merve Özlem Çakır
04 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2021
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di îlonê da mehane ji sedî 1,25, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) ji sedî 1,55 zêde bû. Di bihayên xerîdaran da enflasyona salane bû ji sedî 19,58, di bihayên hilberînerên navxweyî da bû ji sedî 43,96.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha îlonê pê va dema ku meriv bala xwe dide nîvendiya 12 mehan, bihayê xerîdaran ji sedî 16,42, bihayê hilberînerê navxweyî ji sedî 33,83 zêde bû.
TUFEya mehane ji sedî 1,25, YÎ-UFE ji sedî 1,55 zêde bû.
TUFE di îlonê da li gor berfanbara par ji sedî 13,04, li gor heman meha par ji sedî 19,58 zêde bû.
YÎ-UFE jî li gor berfanbara 2020î ji sedî 30,05, li gor îlona par ji sedî 43,96 zêde bû.
Ekonomîstên ku beşdarî Anketa Texmîna Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, nîvendiya texmînên enflasyona meha îlonê ji sedî 1,34, enflasyona salane ji sedî 19,69 texmîn kiribûn.