Önder Beyter
04 Tebax 2020•Rojanekirin: 05 Tebax 2020
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di tîrmehê da ji sedî 0,58, Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 1,02 zêde bû.
Enflasyona salewextê di bihayên xerîdaran da bû ji sedî 11,76, di bihayên hilberînerên nava welêt da jî bû ji sedî 8,33.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), ji meha tîrmehê pê va li gorî nîvekiya 12 mehan, bihayên xerîdaran ji sedî 11,51, bihayên hilberînerên nava welêt jî ji sedî 6,81 zêde bûn.
Li gorî mehane jî TUFE ji sedî 0,58, YÎ-UFE ji sedî 1,02 zêde bûn.
Pêşbînî
Nîvekiya pêşbîniya enflasyonê ya aborînasên beşdarî Anketa Pêşbîniya Enflasyonê ya AA Fînansê bûn, ji sedî 0,82 bû.