Haydar Şahin
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Li piyaseya kurewî îro bermîla petrola brent bi 52 dolaran tê firotin.
Bihayê bermîla petrola brent bi 51, 37 dolaran dest bi rojê kiribû di nav rojê da biha gihîştibû 52,58 dolaran. Îro bermîla petrola brent bi 52,18 dolaran dest bi rojê kir û di saet 09.05an da ji sedî 0,21 qîmet winda kir û dakete 52,07 dolaran. Di heman demê da li Teksasa Rojava bermîla petrola xav bi 49,80 dolaran hat firotin.