Pergala parastina asîmanî ya entegre Qubeya Polayî zexm dibe
Ji bo zeximkirina Qubeya Polayî ku sîstema parastina asîmanî ya entegre ye, di bin banê pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê da peymanên bi qîmeta 6,5 milyar dolarî hatin îmzekirin
Ankara
Ji bo zeximkirina Qubeya Polayî ku sîstema parastina asîmanî ya entegre ye, bi saziyên sereke yên pîşesaziya parastina Tirkiyeyê ra peymanên bi qîmeta 6,5 milyar dolarî hatin îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Pîşesaziya Parastina Serokomariyê (SSB), merasima îmzeyê bi mazûvaniya HAVELSANê hat kirin û Serokê Pîşesaziya Parastina Serokomariyê Haluk Gorgun, Alîkarê Serok Huseyîn Avşar, Midûrê Giştî yê ASELSANê Ahmet Akyol, Midûrê Giştî yê Roketsanê Murat Îkîncî û nûnerên Hêzên Çekdarên Tirk û her wiha sektorê beşdarî merasimê bûn.
Qewareya aborî ya xebatên di çarçoveya peymanên bi kordînasyona SSByê hatin îmzekirin da digihêje 6,5 milyar dolarî.
Haluk Gorgun di axaftina xwe ya li merasimê da diyar kir ku ew pêvajo berdewam in ku ji biryarên Lijneya Îcraya Pîşesaziya Parastinê peyman bên derxistin.
Gorgun bal kişand ku di civîna lijneyê ya dawîn da nexasim biryarên biwarê dabînkirina pergalên êrîşî û pergalên parastina asîmanî hatin wergirtin û wiha dewam kir, "Şirketên me şev û roj bênavber dixebitin da ku hêz û şiyanên artêşê me ya qehreman zexmtir bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
