Özcan Yıldırım
24 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2024
Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Esxerî ya ku ji nûnerên karker, kardêr û hikûmetê pêk tê di çarçoveya xebatên diyarkitina mehaneya esxerî ya sala 2025an dê civîna xwe ya çaremîn îro bike.
Pêvajoya ji bo diyarkirina mehaneya esxerî ya ku rasterast 7 milyon mirovî û nerasterast jî tevahiya civakê eleqedar dike, bi dawî dibe.
Komîsyona ku civîna xwe ya ewil di 10ê kanûnê da, ya duyemîn du 16ê kanûnê da kir dê civîna xwe ya sêyemîn di 19ê kanûnê da kir û komîsyon civîna xwe ya çaremîn dê îro bibi serokatiya Wezîrê Xebat û Ewlehiya civakî Vedat Işikhan bi mazûvantiya wezaretê bê kirin.