Aborî

Li zozanên Qersê amadekariya girtina "penêrê çîçal"

Li bajarê Qersê ku li Tirkiyeyê ji wan bajaran e ku heywandarî lê gelekî berbelav e, jinên ku derketin zozanan, zend û bend badan ku penêrê çîçal yê li herêmê tameke berbiçav e bigirin

Önder Beyter  | 18.07.2019 - Rojanekırın : 20.07.2019
Li zozanên Qersê amadekariya girtina "penêrê çîçal"

Kars

Li bajarê Qersê ku li Anadoluyê bi penêrên xwe yên celeb celebî navdar e, jin derketin zozanan ku "penêrê çîçal" bigirin ku hem zivistanê dixwin û hem jî difroşin û pê alîkariya aboriya malê dikin.

Li Qersê ku li Tirkiyeyê ji wan bajaran e ku heywandarî lê gelekî berbelav e, jinên ku havînê derketin zozanan, zend û bend badan ku penêrê çîçal yê li herêmê tameke berbiçav e bigirin.

Li zozanê gundê Kuyucuk ê navçeya Arpaçayê girtina penêrê çîçal ê ji şîrê çêlekên ku li devera ku raqima wê 2 hezar e diçêrin, dest pê kir.

Jinên ku li herêmê heywandariyê dikin, pêşiyê şîrê çêlekan li makîneyê dixin û jê toxavkê derdixin. Dû ra vî şîrî haveyn dikin û saetekê dihêlin.

Dû ra vî şîrê haveynkirî li ser tendûr an jî ocaxan dikelînin. Îja vê carê jin dest pê dikin divestirin heya ku mîna ta zirav dibe.

Paşê jî vî penêrî dixin hundirê eyarê mih an jî bizinan ku zivistanê di taştê da were xwarin.

- Şixulê girtina penêr berbangê dest pê dike

Lala Balciyê ku li zozan penêrê çîçal digire, diyar kir ku ew berbangê radibin û dest bi şixulê xwe yê rojê yê giran dikin.

Balciyê got ku penêrê çîçal piştî ked û xebateke zêde û bizehmet tê girtin û wiha dewam kir, "Em serê sibehê di saet 6an da radibin. Paşê çêlekên min tên û ez wan didoşim. Ez pey ra şîr li makîneyê dixim û toxavka wê digirim. Dû ra jî ez şîr haveyn dikim û saetekê didim sekinandin."

Balciyê got, şîrê haveynkirî yê ku qederekê dimîne, ew hildidin didin ser kuçik, dikelînin û dû ra ser kuçik datînin û didin sekinandin.

- Debara xelkê herêmê ye

Balciyê got ku di vê astê da ew dest pê dikin û divestirin ku heya mîna ta zirav dibe. Balciyê herwiha got ku paşê jî ew vî penêrî dixin eyar û ji bo zivistanê vedişêrin.

Xelkê gund Îsmaîl Ergun jî got, ji ber ku dewar li zozan li ser devê xwe diçêrin, penêrê ku ew ji şîrê van çêlekan çêdikin jî gelekî xweş û bitam e û wiha dewam kir, "Em 2 mehan li zozan dimînin. Li vê derê dê û etên me penêrê çîçal digirin. Penêrê çîçal ji bo me dahata herî mezin a debara malê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.