Aborî

Li Tirkiyeyê sala 2025an hejmara dewaran gihîşt 17,7 milyonî û ya pez jî nêzîkî 57,9 milyonî bû

Mehmet Can Toptaş  | 10.02.2026 - Rojanekırın : 11.02.2026
Li Tirkiyeyê sala 2025an hejmara dewaran gihîşt 17,7 milyonî û ya pez jî nêzîkî 57,9 milyonî bû

Ankara

 Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên ajelan ya sala 2025an eşkere kir.

Li gorî vê yekê, hejmara pez di sala 2025an da li gorî sala borî ji sedî 4,3 zêde bû û gihîşt 17 milyon û 709 hezarî. Di vê serdemê da hejmara dewaran ji sedî 4,3 zêde bû û gihîşt 17 miyon û 544 hezarî û hejmara gamêşan jî ji sedî 1,7 zêde bû û gihîşt 164 hezar û 785an.

Hejmara pêz di sala 2025an da li gorî sala borî ji sedî 5,4 zêde bûye û gihîştiye 57 milyon û 874 hezarî. Hejmara miyan ji sedî 5,9 zêde bûye û gihîştiye 46 milyon û 689 hezarî, hejmara bizinan jî ji sedî 3,4 zêde bûye û gihîştiye 11 milyon û 186 hezarî.

- Hilberîna hingiv zêde bû

Hilberîna hingiv di sala 2025an da li gorî sala 2024an ji sedî 1,8 zêde bû û gihîşt 97 hezar û 253 tonî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın