Mert Davut
29 Nîsan 2025•Rojanekirin: 01 Gulan 2025
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha Adarê da gorî meha berê 0,3 puan daket û bû ji sedî 7,9.
Saziya Îstatîstikan ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên rêjeya bêkariyê yên di meha Adarê da eşkere kir.
Li gor daneyan li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha Adarê da gorî meha berê 0,3 puan daket û bû ji sedî 7,9.
Li gor daneyan li seranserê Tirkiyeyê hejmara bêkarên 15 salî û jê mezintir di meha Adarê da gorî meha berê 65 hezar kêm bû û daket 2 milyon û 807 hezarî.
Rêjeya bêkariyê di mêran da ji sedî 6,5 û di jinan da ji sedî 10,6 tê texmînkirin.