Aborî

Li Şanliurfayê xwendekar ji bo dibistanên şevînî û veguhestinî rojane 16 hezar nanî dipêjin

Cebrail Caymaz  | 30.04.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Li Şanliurfayê xwendekar ji bo dibistanên şevînî û veguhestinî rojane 16 hezar nanî dipêjin

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê xwendekarên lîseya pîşeyî di firûna dibistanê da ji bo xwendekarên dibistanên şevînî û veguhestinî, rojane 16 hezar nanî dipêjin.

Xwendekarên Beşa Teknolojiya Xidayê ya Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn di çarçoveya projeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya "Çêkirina Fabrîqeya Nan li Lîseyên Pîşeyî" da hem di atolyeya dibistanê da fêrî pîşeyê dibin û hem jî hilberînê dikin.

Xwendekarên ku di çavdêriya mamosteyên beşê da di firûna sepanê da nan dipêjin, rojane 16 hezar nanî û qedera 600 simît û poxaçayî derdixin.

Ev nan û simît ji xwendekarên dibistanên şevînî û veguhestinî yên li navçeya Eyyubiyeyê ra tên şandin.

Mehmet Ayhan Çetinê Midûrê Dibistanê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku xwendekar hem perwerdeyê distînin û hem jî bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya hilberînê dibin û tecrubeya wan çêdibe.

Çetîn bal kişand ku xwendekaran ji projeyê zehf hez kir û xwedî li projeyê derdikevin û wiha dewam kir:

"Di firûna me da mamosteyên me yên Beşa Teknolojiya Xidayê di çarçoveya sermayeya gerok da digel xwendekaran hilberînê dikin. Xwendekar hem li dibistanê perwerdeyê distînin û hem jî bi awayekî sepanî fêrî pîşeya xwe dibin. Ji xeynî vê bi ucreta ji sermayeya gerok distînin jî piştgiriyê didin budceya malbata xwe."

Fatma Demira xwendekara pola 11em diyar kir ku li dibistanê ew hem perwerdeya akademîk distînin û hem jî nan û simît dipêjin.

Demirê bal kişand ku lîseyên pîşeyî derfeta şixul didin xwendekaran û wiha dewam kir, "Ez ji herkesî ra lîseya pîşeyî pêşniyaz dikim. Gava mirov ji vir mezûn dibe, dîtina kar hêsantir dibe."

Îbrahîm Halîl Toprakê xwendekarê pola 11em jî diyar kir ku xebat û qezenckirina pere, xwebaweriya wan zêdetir dike û wiha got, "Em li vir fêrî hemû qonaxên nançêkirinê dibin. Dema em mezûn bibin, di destê me da pîşeyek dê hebe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.