Li Rihayê berî Eyda Qurbanê çûn û hatina ber bi bazara pez û dewaran zêde bû
Serokê Komeleya Bazara Pez û Dewaran a Rihayê Îzzet Çîftçî: "Di demên dawîn da bihayê heywanan kêm bû û bi taybetî jî bihayê pez kêm bû. Em di eydê da li benda bihabûnê nînin."
Şanlıurfa
Li Rihayê berî Eyda Qurbanê di bazara heywanan da çûn û hatin zêde ye.
Xwediyên pez û dewaran heywanên xwe yên ji bo qurbanê xwedî kirine tînin mezata li navçeya Eyubiyeyê û li benda kiryaran disekinin.
Ji bajêr ber bi herêmên Behra Spî û Egeyê va jî heywan tên şandin û bi nêzbûna eydê va çûn û hatina ber bi bazarê zêdetir e.
Serokê Komeleya Bazara Pez û Dewaran a Rihayê Îzzet Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bajêr rojê 20-30 hezar heywan ber bi bajarên hundir û dervayê welêt va tên şandin.
Çîftçî ragihand ku digel bihabûna êm bihayê heywanan zêde nîne û wiha pê da çû: "Di demên dawîn da bihayê heywanan kêm bû û bi taybetî jî bihayê pez kêm bû. Em di eydê da li benda bihabûnê nînin."
Ji xwediyên pez Ramazan Olgaç jî got ku ew nêzî 20 sal e pez xwedî dike û ji bo firotina 300 pezên xwe hatiye bazarê.
Hîkmet Savar jî got ku 100 pezên wî hene û ew li bazarê li benda kirayaran sekinîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.