Aborî

Li Karahantepeyê cihekî avahîsaziya Neolîtîk ya ku dişîbe şanoya amfiyê hat dîtin

Eşber Ayaydın  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Li Karahantepeyê cihekî avahîsaziya Neolîtîk ya ku dişîbe şanoya amfiyê hat dîtin Eşber Ayaydın

Şanlıurfa

 Li Cihê Kevnar Karahantepeyê ya li Şanliurfayê cihekî avahîsaziya Neolîtîk yê ku dişibe şanoyeke amfîyê ya bi armanca ayînan tê bikaranîn, hat dîtin.

Xebatên kolandinê yên li cihê arkeolojîk ya di nav Parka Neteweyî ya Çiyayên Tek Tek da ya ku 46 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, dewam dikin.

Di xebatan da ber û berhemên dîrokî yên ku wê heyama Neolîtîk ronî bikin, tên dîtin.

Xebatên kolandinê yên li Karahantepeyê di çarçoveya Projeya Mîrateya Dahatûyê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê da bilez didomin.

Di kolandinan da qadeke ku di wê heyamê da ji hêla mirovan va ji bo ayînên curbicur hatiye bikaranîn, peykerekî suretê mirovan derketin holê.

Serokê Xebatên Kolandinê Prof. Dr. Necmî Karul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku niştecîbûna li Karahantepeyê Beriya Zayînê li dora sala 9400î da dest pê kiriye û heta salên 8000î dewam kiriye.

Karul anî ziman ku wan li cihê kolandinê sê qonaxên niştecîbûnê yên cihêreng destnîşan kirine.

Karul daxuyand di qonaxa yekem da avahiyên gilover, di qonaxa duyem da avahiyên çargoşeyî yên ku goşeyên wan hatine giloverkirin û di qonaxa dawîn da jî avahiyên bi rastî goşeyî hatine dîtin û di her serdemê da avahiyên ku hem ji bo rûniştandinê û hem jî yên ji bo kamuyê hatine bikaranîn hene.

Karul got ew di hemû xaniyan da xebatên kolandinê didomînin û li herêma ku berê peykerekî 2 mêtro 30 santêmî lê hatibû dîtin ew rastî berhemên bêhempa hatine.

Karul wiha axivî: "Mezinahî, firehî û xwezaya pirqatîbûna berbanikan tîne hişê merivan ku li vir meriv bi komî jiyane. Em dikarin bibêjin ku ev jî sêwirana avahîsaziyeke nû ye."

Karul got piştî ku nûkirina vê derê temam bibe û kevirên dirêj bên çikandin ev der wê baştir xuya bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın