10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
MÛSIL
Hat ragihandin ku li navçeya Kayaya bajarê Mûsilê ji 25 bîrên neftê ku rêxistina terorê DEAŞê agir berdabûyê, 16 bîr hatin vemirandin.
Berdevkê Wezareta Nefta Iraqê Asim Cîhad di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku xebatên vemirandina şewata li Kayayê ji aliyê personelê girêdayê Şîrketa Neftê ya Bakur, ekîbên ji endezyaran pêk tên û yekîneyên parastina sivîl ve dewam dike. Cîhad wiha dewam kir: "Piştî xebatan 16 bîrên neftê hat vemirandin. Ji bo ku bîrên dinê bên vemirandin xebatên me didome.
Ji ekîba vemirandina agir Yasîr ed-Delfî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku vemirandina bîrên neftê gelekî zor e. Delfî got ku ji ber ku DEAŞ pêşiya agir berde bîrên neftê mayîn li eraziyê reşandî, xebatên vemirandinê giran dimeşin.