Li Diyarbekirê ji sê bîran hilberîna xaza sirûştî tê kirin
Ankara
Li Diyarbekirê ceyrana ku ji xaza siruştî ya ji sê bîrên cuda derdikeve tê peydakirin, pêdiviyên ceyranê yên 11 bîrên neftê yên li herêmê pêk tîne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî, Diyarbekir amadekariyan dike ku di warê vejenê da bibe navendeke giring.
Herêmê par bi kişfên nû yên neftê va bal kişand ser xwe.
Hevkariya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê (TPAO) amadehiyan dike ku bi rêbazên sondajê yên berwarî va li herêmê hilberîna nefta zinaran bike.
Ji hêla din va, li Diyarbekirê bîrên ku hilberîna xaza siruştî dikin jî hene.
Bi xaza ku ji sê bîrên cuda tê derxistin va ceyran tê bidestxistin û bi vê ceyranê va jî pêdiviyên ceyranê yên 11 bîrên neftê yên li herêmê pêk tê.
