Aborî

Li Deşta Islahiyeyê rekolteya tiriyan tê hesabkirin

Zekeriye Şimşek  | 04.08.2021 - Rojanekırın : 07.08.2021
Li Deşta Islahiyeyê rekolteya tiriyan tê hesabkirin

Gaziantep

Li Deşta Islahiyeyê ya Gazîentabê li ser qadeke 50 hezar dekarî tiriyên curbicur tên gihandin ku niha ji bo rekolteya wan bê hesabkirin xebat tên meşandin.

Midûriya Navçeyê ya Çandinî û Daristanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got Islahiye ji hêla hilberîna fêkiyan va cihekî navdar e ku ji van fêkiyan jê yek jî tirî ye.

Hat daxuyandin ji bo rekolteya tiriyan bê hesabkirin ekîb dixebitin û komîsyonek jî hatiye avakirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ekîbên me li 12 taxên navçeya Islahiyeyê li ser qadeke 50 hezar dekarî di nav rezan da dixebitin. Piştî ku xebatên texmînkirina rekolteyê temam bûn encam wê ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanê va bêne eşkerekirin."

Hat bibîrxistin ku par li navçeyê 63 hezar ton rekolte çêbûye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın