Aborî

Li Bidlîsê çinîna fasoliyan dest pê kir

Berfin Sidar Aşit  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Li Bidlîsê çinîna fasoliyan dest pê kir Berfin Sidar Aşit

Bitlis

 Li navend û navçeyên Bidlîsê çinîna fasoliyan dest pê kir.

Li bajêr piştî ku erdên beyar çandinî li wan hat kirin û îmkanên teknolojiyê hatin bikaranîn gelek tişt tên çandin.

Li bajarê ku beşeke mezin a pêdawistiyên fasoliyan jê tê dabînkirin, piştî ku ji erdan tên çinîn, li tesîsên navçeyên Xelat, Tetwan û Elcewazê tên pakêtkirin û ji gelek bajaran ra tên şandin.

Walî Ahmet Karakayayê ku li navçeya Xelatê beşdarî merasima çinîna fasoliyan bû, daxuyanî da rojnamevanan û got ku Xelat di hilberîna fasoliyan da li Tirkiyeyê di rêza yekem da ye.

Karakaya destnîşan kir ku îsal 37 hezar ton fasolî li ser 110 hezar dekar erdî hatiye çandin û got, "Li navçeyên me yên Xelat, Tetwan û Elcewazê rekolteyeke berbiçav a fasoliyan heye. Li ser 110 hezar dekar erdî bi qasî 37 hezar ton fasolî tê hilberandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın