Li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê îxracata fêkiyên kaxkirî di çaryeka ewil da ji sedî 4 zêde bû

Gaziantep
Ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di çaryeka ewil a salê da bi 99 milyon û 908 hezar dolarî îxracata fêkiyên kaxkirî hat kirin.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB) berhev kirin, fîrmayên endamên Yekîtiya Îxracatvanên Fêkiyên Kaxkirî yên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di 3 mehên ewil ên salê da 15 hezar û 467 ton fêkiyên kaxkirî û berên wan şandin 82 welat û herêmên serbest.
Sektorê beramberî vê bazirganiyê 99 milyon û 908 hezar dolar dahat bi dest xist. Bi vî awayî îxracata sektorê ya 3 mehên ewil ên salê, li gorî heman serdema par di nirxê da ji sedî 4, di miqdarê da jî ji sedî 11 zêde bû.
Sektorê bi 42 milyon û 574 hezar dolarî va dahata herî zêde ji fistiqê Entabê wergirt û di pey ra jî ji qeysiyên hişkirî 37 hezar û 529 hezar dolar, ji hêjîrên hişkirî jî 7 milyon û 325 hezar dolar dahat bi dest xist.
Fistiqê Entabê yê di îxracata Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da xwedan pişka ji sedî 42,6an e, li gorî par ji sedî 7,2 zêde bû û qeysiyên hişkirî yên yekemê 2023yan derbas kir.
Her wiha îxracata herî zêde bi 17 milyon û 956 hezar dolarî va bo Almanyayê hat kirin û li pey vî welatî jî bi 17 milyon û 373 hezar dolarî va Îtalya û bi 10 milyon û 107 hezar dolarî va jî Amerîka tê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.