Aborî

Li Aydinê şahberûyên ewil ên sezonê bi 550 lireyî hat firotin

Ferdi Uzun  | 22.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Li Aydinê şahberûyên ewil ên sezonê bi 550 lireyî hat firotin Enes Uzun

Aydın

 Li Aydinê kîloya şahberûyên ewil ên sezonê wekî sembolîk bi 550 lireyî hat kirîn.

Merasima kirînê li Borseya Bazirganiyê ya Aydinê hat lidarxistin û 12 hilberîner bi 131 kîlo şahberû va beşdar bûn.

Borsayê wekî temsîlî kîloya şahberûyan bi 550 lireyî kirî.

Serokê Borsayê Fevzî Çondur diyar kir, li Tirkiyeyê bi tevahî 74 hezar û 300 ton şahberû tê hilberîn, 24 hezar û 315 tonê wê li Aydinê tê hilberîn.

Çondur daxuyand, şahberûyên ku tên hilberîn, ji welatên cuda ra tên îxrackirin, eleqeyeke mezin dibîne û wiha dewam kir, "Ji sala 2024an pê va li tevahiya Tirkiyeyê 3 milyon û 17 hezar û 855 darên şahberûyê hene. Tenê li Aydinê jî 871 hezar û 211 darên şahberûyê hene. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê, welatê me di sezona 2024-2025an da 6 hezar û 995 ton şahberû îxrac kir û ji vê îxracatê 17 milyon û 890 hezar dolar dahat bi dest xist."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın